Live hören
WDRcosmo - COSMO italiano mit Francesco Marzano

CIVAK Berlîn: Dibistana Almanî-Kurdî

Stand:

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Ev dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike.

Von Celil Kaya

Yekmal dibistana seretayî ya duzimanî vedike.

Konsepta perwerdehiyê ya dibistana Riza Baran xwe dispêre ser tecrûbeya salan a Yekmalê, ku wê di warê perwerdehiya duzimanî de bi dest xistiye. Hêjayî gotinê ye, Yekmal li Berlîn’ê du bexçên zarokan a Kurdî û Almanî bi rê ve dibe.


Dibistana Riza Baran ji hemû malbatan re vekirî ye; koka wan û zimanê wan ê dayikê her çi be. Armanca dibistanê ew e ku ji destpêkê ve ji zarokan re avantajên mezinbûna pirzimanî peyda bike û di heman demê de ji bo derfetên wekhev, beşdariya civakî û têgihiştina navçandî gavekê bavêje.


Çend waneyên wek zanistên xwezayî, bîrkarî, spor, muzîk û huner dê bi du zimanan werin dayîn. Ji bo fêrkariya zimanê kurdî jî dê heftane çar an pênc wane hebin. Zarokên ku hîn bi Kurdî nizanin jî pir bi xêr werin û dê di şeş salên xwendina xwe de vî zimanî fêr bibin. Tevahiya roja dibistanê (ji plana xwarinê heya alîkarî û lênêrîn) bi awayek cotzimanî hatiye sêwirandin.


Dibistana Seretayî ya Riza Baran xwe wekî navendek fêrbûnê ya berfireh dibîne ku pirrengî, demokrasî û rêzgirtina hevdu ji pêkhateyên sereke ne di pratîka perwerdehiyê ya rojane de. Pirzimanî ne wekî îstîsna, lê wek rastiyek civakî û derfetek perwerdehiyê tê hesibandin.

Ji bo piştigirî dayîna vê dibistanê di meha Gulanê ya îsal de komeleyek hatibû damezirandin. Ew komele dê piştgiriya manewî, rêxistinî û darayî ji bo pêşkeftina dibistanê peyda bike û derfeta vê yekê biafirîne ku dêûbav, piştgir û sponsorên dilsoz bi awayekî çalak beşdarî şekildana projeyê bibin.