Live hören
Jetzt läuft: Could you be loved von Bob Marley and The Wailers

Perwerdehiya Mamosteyên Zimanê Kurdî COSMO Kurdî 17.07.2026 35:11 Min. Verfügbar bis 17.07.2027 COSMO


Download Podcast

CIVAK Perwerdeya Mamosteyên Kurdî

Stand:

Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji Yekmal a Bremen’ê bi Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan vê perwerdehiyê, mufredat û meşandina wê rave dike.

Von Celil Kaya

Yekmal Akademî: Perwerdeya Mamosteyên Zimanê Kurdî

Li Almanya’yê yekemîn dersên zimanê Kurdî ku di dibistanên dewletî de wekî dersên zimanê dayîkê tên dayîn di sala 1993’yan de li Bremen’ê dest pê kir. Paşê di 1995’an de li Niedersachsen’ê û di 1997’an de jî li NRW’ê.

Di sala 2019’an de jî îcar li Berlîn, Brandenburg û Rheinland-Pflazê dersên Kurdî dest pê dikin. Herî dawî di sala 2025’an de li Saarbrücken a Saarland’ê dersên Kurdî dest pê kir. Û hejmara zarokan jî li gor sala 2025’an li 7 eyaletan, di 97 dibistanan de dora 3 hezar in.

Li Berlîn û Dusiburg’ê ji bilî Kurmancî dersên Kirdkî anku Zazakî jî tên dayîn. Herweha li Köln, Bonn û Ludwigshafen’ê dersên Soranî jî hene.

Yekitiya Mamosteyên Kurd a Li Almanya’yê radigihîne, ku halê hazir 3500 zarokên Kurdan di dersên zimanê dayîkê de beşdar dibin. Dora 30 mamoste hene, ku di nav wan de bi tenê du mamoste di zanîngehê de beşa zimanê Kurdî xwendine.

Herçend ev derfet hebe jî li her bajarekî dersên Kurdî nînin. Sedem yan nebûna zarokan lê carna jî nebûna mamosteyan e. Herwiha ji ber ku li Almanya’yê di xwendina bilind de beşa ziman û wêjeya Kurdî nîne, zanîngehek jî nîne ku mamosteyên zimanê Kurdî jê derbiçin. Perwerde kirina mamoste û dersdarên zimanê Kurdî bi bernameyên taybet ên digel zanîngeh û dezgehên fermî tên li dar xistin û meşandin.

Yekitiya Malbatên ji Kurdistan’ê (Yek-Mal) û Akademiya Ziman, Perwerde û Lêkolînê Yekmal Akademî bernameyeke ji bo perwerde kirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî dide dest pê kirin.

Dezgehên perwerde û dibistanan yên Eyaleta Bremen’ê, Zanîngeha Duisburg-Essen û herwiha Yekitiya Mamosteyên Kurd YMK’ê jî di vê bernameyê de beşdar in.

Di vê perwedehiyê de bi tenê ziman û rêzimana Kurdî nayê hîn kirin lê herwiha şiyanên dîdaktîk û metodolojiya hînkirina zimên jî tê dayîn. Û derçû dikarin di dibistanên seretayî û navîn de wekî dersdarên zimanê Kurdî bixebitin.

Kesên ku ji xxwe wekî mamoste dixebitin yan xwendekarên ku beşa mamostetiyê dixwînin û zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye dikarin di perwerdehiyê de beşdar bin. Di heman demê de kesên ku li derveyî Almanya’yê beşa mamostetiyê xwedine ew jî dikarin serî li vê bernameyê bidin.

Ders pirranî li ser înternetê tên dayîn lê belê beşdar divê 3 caran li Bremen’ê amade bin û bikevin semîneran. Maweya perwerdehiyê bi giştî 220 saet e.

Kesên ku serî lê bidin divê herî kêm di asta C-1 de him Almanî him jî Kurdî zanibin û kapasîte bi 25 kesan sînordar e.