Live hören
Jetzt läuft: Dai Dai von Shakira feat. Burna Boy

Salvegera Koça Dawî ya Aram Tîgran COSMO Kurdî 14.08.2026 31 Min. 54 Sek. Verfügbar bis 14.08.2027 COSMO


Download Podcast

HUNER Aram Tîgran: Dengê Azadî û Biratiyê

Stand:

Nivîskar û rojnameger Kakşar Oremar, Mamoste Aram wekî şexs baş nadikir û di salvegera koça wî ya dawî de bi pirtûka “Dengê Azadiyê, Sembola Biratiyê: Aram Tîgran” bi bîr anî. Em jî pê re li ser pirtûkê û jiyana hunermendê nemir dipeyivin.

Von Kamil Basergan

Hunermend Aram Tîgran (Dîkran)

Ay Dîlberê, Şev çû, Bilbilo, Pismamo, Xemilî Zozan… Gelo Kurdek heye, ku herî kêm yek ji van stran bi dengê hunermendê nemir Aram Tîgran guhdarî nekiribe û pê şa nebûbe? Aram Tîgran bi deng û cumbuşa xwe zêdeyî 50 salan xizmeteke mezin ji bo huner û muzîka Kurdî kir. Wî bi tenê dora 250 stranên Kurdî tomar nekirin lê herwiha di beşa Kurdî ya Radyoya Yerevan’ê de jî bi salan ked da. Doza gelê Kurd jî wekî doza xwe dît.

Hunermend Aram Tîgran (Dîkran) Melîkyan li Rojavayê Kurdistan’ê Qamişlo ji dayîk bû û li wir mezin bû lê malbata wî bi eslê xwe Ermeniyên Diyarbekir bû û di 1915’an de ji ber Fermanê reviyabû. Hunermend di 8’ê Tebaxa 2009’an de li Xerîbiyê, li Atîna ya Yûnanistan’ê koça dawî kir. Mamoste çend meh beriya koça xwe ya dawî cara pêşîn seredana bajarê bav û kalan Amed’ê kiribû û wesîyet kiribûn li wî bajarî were bi ax spartin.