Live hören
Jetzt läuft: Dai Dai von Shakira feat. Burna Boy

Pêşangeha Rewand Cewad li ser Qirkirina Şingalê COSMO Kurdî 31.07.2026 30 Min. 26 Sek. Verfügbar bis 31.07.2027 COSMO


Download Podcast

HUNER Pêşangeha Fermana Şingal'ê

Stand:

Rojnamevan û wênekêş Rawand Jawad bi pêşangeha xwe ya wêneyan qurbaniyên Fermana Şingal'ê ya sala 2014 bi bîr tîne. Ji Encûmena Jinên Êzîdî Nûrê Alkiş rewşa jinên Êzîdî ya 12 sal piştî Fermanê dinirxîne.

Von Kamil Basergan

Hunderte Jesiden auf der Flucht vor dem IS in Sinjar 2014

Di saetên serê sibê yên 3ê Tebaxa 2014an de, hovên DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdora wê kirin. Di rojên piştî wê de, qirkirina berfireh û plankirî li dijî nifûsa Ezidiyan dest pê kir, ku di encamê de zêdetirî 10,000 Ezidî hatin kuştin an jî winda bûn, 360,000 kes koçber bûn, û gelek gund, perestgeh û herêmên Ezidiyan li ser navê navê “Xîlafetê” de hatin wêrankirin. Mêr bi kom hatin kuştin û veşartin, dema ku keç û jinên ciwan hatin revandin û wek cariye ber bi Mûsil, Reqqa û deverên din ên xîlafeta hatin birin. Zarok jî di bernameya perwerdehiya taybet a rêxistinê de hatin tomarkirin.

Vê heftê em bi rojnamevan û wênekêş Rawand Jawad re diaxifin di derbarê jiyana wî ya hunerî, pêşangehên wî yên wênekêşiyê û pêşangeha wî ya herî dawî ya ku 12emîn salvegera jenosîda li dijî Êzîdiyan li Şingalê û derdora wê bi bîr tîne. Em herwiha çend pirsan ji Nurê Alkiş, endama desteya Rêxistina Sîwanê ya Encûmenên Jînên Ezidî dikin di derbarê rewşa ku jînên Ezidî de ku 12 sal piştî jenosîda Şengalê pê re rû bi rû ne.