Live hören
Jetzt läuft: Turn me away (get Munny) von Erykah Badu

ÇAND Û HUNER Dîwana Goethe êdî bi Kurdî ye

Stand:

Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin. Emê jî bi birêz Abdullah Incekan re li ser wergera Kurmancî ya Dîwana Goethe û serpêhatiya wî ya wergerê de bipeyivin. Em herweha jê dipirsin zêdeyî 200 sal piştî çapkirina pêşîn a Dîwanê, Goethe dixwaze gelên ji çandên cihê re çi bêje.

Von Celil Kaya

Berga Dîwana Xerb-Şerqî ya Goethe

Di dîwana Goethe de dora 250 helbest hene, ku wekî 12 beş hatine par ve kirin. Di nav wan helbestan de dengên cihê tên cem hev: şair, aşiq, fîlozof û kesên ku li pey tiştekî digerin. Goethe ji helbesta Farsî neqşan werdigire û wan bi serpêhatiya xwe ya şexsî ve dihûne û di encamê de berhemeke bêhempa ya edebiyata cîhanî diafirîne.

Ji ber vê yekê Dîwana Şerq-Xerbî ji tomarkirina helbestan wêdetir e. Ev Dîwan di heman demê de dîalogeke edebî ya di navbera cîhanên Rojhilat û Rojava de ye. Goethe bi vê berhema xwe dixwaze nîşan bide, ku çand hevdu naqewirînin lê dikarin hevdu dewlemendtir bikin. Goethe carekê di vî warî nivîsiye, ku mirov nema dikare Şerq û Xerb ji hev veqetîne. Û ev fikr roja me ya îroyîn de ji her demê bêhtir karîger e.

Di sala 1819’an de dema ku Goethe Dîwana Şerq-Xerbî diweşîne Ewropa di nav aloziyên siyasî de digevize. Lê Goethe herweha ji sînorên Ewropa’yê wêdetir awiran vedide. Wî serê pêşî ji helbestvanê navdar ê Îranî Hafiz ê Şîrazî yê ji qurneya 14’an îlham distîne û di helbestên Hafiz de cîhanek peyda dike, ku tê de evîn, manewiyat, xweza, tinaz û dilxweşiya jîyanê bi hev re tên hûnandin. Hetta Goethe di helbesteke xwe de ji Hafiz re dibêje birayê cêwî û wî wekî çavkaniyeke helbestî pênase dike.

Tiştê ku bi taybetî balê dikşîne ew e, ku Gothe bi çavekî romantîk li Şerq nanêre lê belê ciddî ciddî li ser dînê Îslamê û çanda Farsan hûr dibe. Gothe wergerên helbestên Farsî mutalaa dike, bi Quran’ê re mijûl dibe û di navbera herdu çandan de li dû wekheviyan digere. Lewma Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin.

Lê Goethe çima ewqas bala xwe dide wêjeya şerqî û baweriya îslamê?

Goethe di 21 saliya xwe de dema ku li Strasburg’ê xwendekar e bi riya mamosteyê de Herder cihana rojhilat anku Şerq nas dike. Di 23 saliya xwe de jî wergera Quran’ê dixwîne lê ji ber helwesta dijber a werger David Friedrich Megerlin ne razî ye. Gothe werger rexne dike û hin ayet û sureyên Quran’ê dide berhev û sercamek derdixe.

Voltaire di 1739’an de şanoyeke bi navê Fanatîzm an jî Pêxember Muhammed dinivîse. Gothe jî dixwaze li dij vê lîstikê berhemeke bi navê Mohamet binivîse. Lê berhema xwe temam nake. Beşek ji vê berhemê paşê bi serenavê Îlahiya Mohamet tê weşandin.

Paşê di 1812’an de Dîwana Hafiz ê Şirazî bi wergera rojhilatnasê Awisturyayî Joseph von Hammer-Purgstall dixwîne. Di wan salan de Napolyon û artêşa Rûsya’yê şerê hevdu dikin. Artêşa Rûsya’yê heta bajarê Weimer ku Goethe lê dijî tê. Di nav leşkeran de Başkırt ên musulman jî hene. Gothe diçe nimêja wan înê û bi wan re dibe heval.

Bi van hestan Goethe di 24’ê Kanûna 1814’an dest bi nivîsandina dîwana xwe dike. Wê demê 65 salî ye. Nivîsandina dîwanê dora 4 salan didome. Helbesta wî ya yekem jî Hicret e. Tevahiya dîwanê de 13 car peyva Allah, 25 car peyva Quran, 30 car jî peyva Mohamet derbas dibe. Navê Hafiz jî 41 car.

Pirtûk ji 12 beşan pêk tê û her yek ji wan him Farsî him jî Almanî navekê wê heye. Wekî Hafizname, Eşkname, Rencname, Sakîname, Zuleyxaname û hwd. Goethe herweha ji bo famkirina helbestên xwe nîşe û daxuyaniyan nivîsandiye ku ji 60 madeyan pêk tê.

Dîwana Goethe ji bo wergeran zehmetiyên mezin peyda dike. Zimanê Goethe pirralî û pirrrenge e, tije îma û mane ye û tê de lîstikên peyvan, qafiye lê serê hertiştî şopên dîroka çandî hene. Lewma her wergereke vê berhemê bi tenê veguhastineke zimanî na lê di heman demê de veguhastineke çandî ye jî.

Abdullah Incekan cara pêşîn Dîwana Goethe ber bi Kurdî Kurmancî ve wergerand. Bi keda wî êdî xwînerên Kurdîziman jî dikarin xwe bigihînin yek ji watedartirîn berhemên wêjeya Almanî û Incekan bi vî awayî dîalogeke nû vekir di navbera Goethe û zimanê Kurdî de, ku Kurdî bixwe jî xwedî mîrateke dewlemend a helbest û dîwanan e.

Camêr berê jî pirtûka nivîskar Rainer Maria Rilke ya bi navê Nameyên ji şairekî ciwan re wergerandibû. Herweha antolojiyeke helbestên bi Almanî jî bi wergerên wan ên Kurdî ya b, navê deriyê dil Guldesteyek ji şiîra Almanî. Di wê antolojiyê de çendîn helbestên Goethe (Hicret!) yên ji Dîwana Xerb-Şerqî helbestên ji Heinrich Heine, Friedrich Nietzsche, Rainer Maria Rilke, Erich Fried, Ulla Hahn û Ingeborg Bachmann jî hebûn.