Hilbijartinên li Sachsen-Anhalt. COSMO Kurdî . 11.09.2026. 28 Min. 18 Sek.. Verfügbar bis 11.09.2027. COSMO.
ROJEV : Sachsen-Anhalt: Serkeftina fikarsaz a AfD'ê
Stand:
Encamên hilbijartinên Sachsen-Anhalt ku AfD bi rêjeye berbiçav bi ser ket him wekî xetereke li ser demokrasiya Almanya'yê lê herwiha wekî hişyariya ji hilbijêrên nerazî tê dîtin. Mumad Musto, endamê nû-hilbijartî yê Partiya Keskan, wateya van encaman, pêşeroja siyasî ya eyaletê û pirsên ku niha li pêşiya Almanyayê radiwestin şîrove dike.
Von Kamil Basergan
Encamên hilbijartinên eyaleta Sachsen-Anhaltê yên 6ê Îlona 2026an li Almanyayê nîqaşên berfireh derxistine holê. Di piştî hilbijartinan de, Serokwezîr Friedrich Merz di civîneke çapemeniyê de li ser encamên dengdanê axivî û AfD’ê bi siyaseta “paqijiya etnîk” tawanbar kir. Gelek kes bi şok, xemgînî û fikar li van encaman temaşe dikin û wan wekî hişyariyeke girîng ji bo Sachsen-Anhalt û herwiha ji bo demokrasiya Almanî dibînin. Heta hin şîrovekaran van pêşveçûnên siyasî bi wan şert û merc didin berhev, ku beriya serdema Naziyan hebûn. Di heman demê de, kesên din serkeftina AfD’yê wekî nîşana nerazîbûna beşek ji civakê, dengê protestoyê û daxwaza guhertinek di siyaseta heyî de şîrove dikin. Li gorî wan, encamên hilbijartinan wekî bersivek ji bo siyaseta salên dawî, bi taybetî ya CDU’yê, têne dîtin.