Penaberên avhewayê an jî Erebkirin. COSMO Kurdî . 28.08.2026. 35 Min. 36 Sek.. Verfügbar bis 28.08.2027. COSMO.
ROJEV : Prof. Dr. Yassin: Erebkirina bêdeng a Kurdistan'ê
Stand:
Hejmara Ereb ên Iraq'ê, ku li Başûrê Kurdistan'ê bi cih dibin û mal û milk dikirin her ku diçe zêde dibe. Hin pispor hişyariyê didin ji ber Erebkirina herêmê. Nivîskarê gotara "Erebkirina bêdeng a Başûrê Kurdistan'ê" Prof. Burhan Yassin dibêje rêjeya Erebên li herêmê gihaştiye ji sedî 26'an û 32 hezar zarokên Ereb li Herêma Kurdistanê hatine dinyayê û xwedî nasnameya Kurdistanê ne.
Von Kamil Basergan
Hêjayî gotinê ye ku bi dehsalan e, mijara 'Erebkirina' herêmên Kurdan li Iraqê ji aliyê hikûmetên Iraqî yên li pey hev ve, ji bo Kurdan û rewşenbîrên li Herêma Kurdistanê bûye çavkaniyeke mezin a tirs û fikarê. Ji ber vê yekê, ev mijar gelek caran hatiye lêkolînkirin û nîqaşkirin, û bi mebesta parastin û pêşîlêgirtinê gelek caran hatiye destgirtin û behskirin.
Nivîskarê gotara 'Erebkirina Bêdeng a Herêma Kurdistanê', Profesor Dr. Burhan Yassin, ku vê Tîrmehê ew weşand rave dike. Yassin dibêje: "Di rastiyê de, Erebkirina bêdeng êdî tenê ne pirsgirêkek siyasî, aborî an civakî ye. Ev diyarde ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî vediguhere pirsgirêkeke hebûn an nebûnê. Îro tê gotin ku li bajarên wek Hewlêrê, sed hezar malbatên Ereban bi rêbazên cuda xwedî erd û milk bûne. Ji bilî van kesên ku xwedî milk in, gelek Erebên din jî ji bo kar kirin an sermayeguzariyê li Kurdistanê dijîn."
Prof. Dr. Burhan Yassin di gotara xwe de hin amaran jî dide: "Li gorî daneyên heyî heta sala 2023’an, hejmara Erebên ku li Herêma Kurdistanê dijîn gihîştiye 1 milyon û 32 hezaran. Ev hejmar nêzîkî %26 ji nifûsa herêmê pêk tîne. Li gorî heman daneyan, li herêmê 179 dibistanên bi zimanê Erebî hene û 32 hezar zarokên Ereb li Herêma Kurdistanê hatine dinyayê û xwedî nasnameya Kurdistanê ne."