Li Ewropa'yê pêla germê. COSMO Kurdî . 03.07.2026. 28:38 Min.. Verfügbar bis 03.07.2027. COSMO.
ROJEV : Li Ewropa’yê pêla germê
Stand:
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike.
Von Kamil Basergan
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pisporên meteorolojiyê amaje dikin ku ji niha û pê ve hewaya giştî ya cîhanê ewê êdî ne hewayeke aram û asayî be, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Dema ku germahî li wan herêman ji pêncî pileyan derbas dibe û hişkbûn di serdemên kurt de dubare dibe, ev bi tevahî nîşan dide ku ne tenê ekosîstem tê têkbirin, lê jiyana mirovan jî dikeve xetereyê û avahiya civakî û demografîk jî têk diçe.
Mêvana vê hefteyê ya Cosmo Kurdî, pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî ye. Birêz û di meha Hezîranê de li ser malpera Transkultur gotareke bi sernavê "Çima asta germbûnê li Ewropayê ji welatên din zêdetir bilind dibe?"de weşand. Em li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê gotûbêj dikin.
Gendelî, dizîna dewlemendiya Iraqê û girtina gendelkaran jî mijarên din ên vê podcastê ne.