Hikûmeta nû ya Iraqê di navbera Îran û Amerîkayê de. COSMO Kurdî . 24.07.2026. 33:55 Min.. Verfügbar bis 24.07.2027. COSMO.
ROJEV : Hikûmeta Iraq'ê navbera DYE û Îran'ê
Stand:
Serokwezîrê nû yê Îraq'ê dest bi karê xwe kir. Lê belê Pirsgirêkên çaresernedikirî yên derbarê avakirina kabîneyê, desteserkirina çekên dewletê û têkoşîna li dijî gendeliyê wek astengiyên mezin tên dîtin. Rojnamevan Niaz Abdullah ji Fransayê ye hikûmeta nû ya Îraq'ê şîrove dike.
Von Kamil Basergan
Roja Pêncşemê, 14ê Gulana 2026an, Parlamentoyê bi dengdana baweriyê Ali Zaidi wek Serokwezîrê nû yê Iraqê pesend kir. Wî di 16ê heman mehê de dest bi kar kir. Lêbelê, armancên Serokwezîrê nû yê Iraqê bi gelek astengiyên navxweyî re rû bi rû ne, ku ev yek perspektîfên serkeftinê dixe ber gumanê. Pirsgirêkên çaresernedikirî yên derbarê avakirina kabîneyê, desteserkirina çekên dewletê û têkoşîna li dijî gendeliyê wek astengiyên mezin tên dîtin. Piştgiriya DYA ji bo Iraqê girêdayî tedbîrên taybet e ku hikûmet ji bo çareserkirina van pirsgirêkan digire.
Em vê heftê li ser rola hikûmeta nû ya Iraqê di têkiliyên di navbera DYA û Îranê de, û ka gelo Serokwezîrê nû, Ali Zaidi, dikare di sîstema siyasî de guherînê pêk bîne, nîqaş bikin. Mêvanê me yê vê hefteyê rojnamevan Niaz Abdullah ji Fransayê ye. Agahiyên zêdetir derbarê van mijaran de dê di beşa din a vê podkastê de bên pêşkêşkirin.