Rojava: HSD'ê xwe fesix kir. COSMO Kurdî . 04.09.2026. 54 Min. 4 Sek.. Verfügbar bis 04.09.2027. COSMO.
ROJEV : Rojava: HSD'ê xwe fesix kir
Stand:
Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de. Ji rêxistina civaka sivîl PÊL Ferhad Ehmê biryara fesixkirina HSD'ê û parastina destkeftên Kurdan a li Sûrî dinirxîne.
Von Celil Kaya
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî di 25'ê mehê li Şam'ê di koşka Gel de bi dawî hatina Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand. Herwiha Mezlûm Ebdî di 27'ê mehê de bi biryarnameyekê wekî şêwirmendê serokê Sûrî yê berbirsiyar ji kar û barê Kurdan hat tayîn kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk HSD di sala 2015'an de hatibû damezirandin, piştî ku Koalîsyona Natnetewî bi berxedana Kobaniyê re biryara hevkariyê digel YPG û YPJ dabû. HSD'ê di warê şerê li dij Daiş'ê de roleke girîng lîstibû û bala tevahiya cîhanê kişandibû.
Di dema ketina rejîma Esad a Kanûna 2024'an de HSD'ê ji sedî sih ê erdê Sûrî kontrol dikir. Bi ketina rejîmê re hikûmeta nû ya Şam'ê û HSD'ê di 10'ê Adara 2025'an de peymaneke entegrasyonê îmze kiribûn, ku diviya heta dawiya salê biçûya serî. Lê belê cih bi cih kirina peymanê dereng ket. Nakokiyên sereke jî tevlêbûna hêzên leşkerî û parastina xweseriya herêmê bû.
Di Çileya 2026'an de, piştî ku nûnerê Trump Tom Barrack bi twîtekê gotibû em nema piştgirya HSD'ê dikin, artêşa Sûrî dest bi êrîşên ser HSD'ê kiribû, ku di encamê de HSD ji deverên Erebnişîn ên wekî Reqqa û Derzor'ê vekişiyabû herêmên Kurdan. Ji hingî ve pêvajoyeke bi lez a entegrasyonê hat meşandin lê belê vê carê li gor rastiya nû ya ser erdê. Pêngava dawî jî piştî entegrasyona hêzên çekdarî yên di nav artêşê de di 25'ê Tebaxê de fesix kirina HSD'ê bû.
Entegrasyona Leşkerî û Îdarî
Alîkarê Waliyê Hesekê Ehmed Hîlalî ji rûdawê gotiye heta 27'ê Tebaxê zêdeyî 20 hezar karmendên rêveberiya xweser di bin bana wezaretên cihê de hatin bi cih kirin. Di nav wan de hêzên asayişê jî hene ku ew jî girêdayî wezareta hundirîn in. Hîlalî herweha got entegrasyona îdarî hîna jî berdewam dike û bêhtir kes ewê wekî karmend werin naskirin, dora 4 hezar karmendên li taxên Kurdan ên li Heleb'ê û herweha li Şehba'yê jî di nav de. Hevdem dora 4 hezar çekdarên berê yên HSD'ê jî wekî çar lîwa di nav sîstema dewletê de bi cih bûne. Lîwayên hêzên çekdar li parêzgeha Hesekê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrîkê û herweha li parêzgeha Helebê jî li Kobaniyê hatin damezirandin. Biryar bû bi giştî dora 12 hezar endamên QSD'ê werin entegre kirin.
Heta niha jî di warê çarenûsa YPJ'ê de biryareke dawî nehat aşkere kirin. Artêşa Sûrî jinan qebûl nake lê YPJ dikare di bin bana wezareta navxwe de wekî hêzeke taybet a antî terorê cih bigire.
Rewşa Zimanê Kurdî
Di 16'ê Çileya 2026'an de El Şara bi biryarnameya hejmar 13 zimanê Kurdî wekî zimanekî netewî ya Sûrî nas kiribû. Lê wateya wê yekê ne ew e ku Kurdî dibe zimanê fermî yê duyemîn. Li gor vê biryarnameya serokatiyê pêşî hatibû ragihandin, ku zimanê Kurdî ewê heftê du saetan wekî dersa bijarte bihata dayîn lê belê di 27'ê Tebaxê wezareta Perwedehiyê biryareke din ragihand. Li gor vê yekê, Li herêmên ku hejmareke bilind a Kurdan lê heye, xwendekar ewê heftê sê saetan dersa zimanê Kurdî bixwînin û herwiha dersên mecbûrî yên wekî zanistên civakî, dîrok, erdnîgarî û felsefe jî ewê bi zimanê Kurdî werin dayîn. Hêjayî gotinê ye, ev biryar jî du roj piştî fesixkirina HSD'ê hat ragihandin. Li seranserî Rojavayê Kurdistan'ê ji bo naskirina zimanê Kurdî û perwerdehiya Kurdî ya di dibistan û zanîngehan de xwepêşandan bi rê ve diçin.
Di 8'ê Kanûna 2024'an de dema ku rejîma Esad hilweşiya ji bo Kurdan deriyên derfeta Sûriyeke nû vebûbûn. Lê belê heta 25'ê Tebaxê, roja fesix kirina HSD'ê anku pêvajoya 20 mehî nîşan da ku ji bo Kurdan derfeta têkoşîna garantîna kirina mafên Kurdan di bin bana dewleteke navendî de ket şûna derfeta reveberiyeke xweser.