Li Enqere'yê civîna NATO'yê. COSMO Kurdî . 10.07.2026. 31:35 Min.. Verfügbar bis 03.07.2027. COSMO.
ROJEV : Li Enqere'yê Civîna NATO'yê
Stand:
36’emîn civîna bilind a NATO’yê di 7 û 8’ê Tîrmehê de li paytextê Tirkiye’yê Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çînê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî neda bûn şerê Îran’ê. Di encamnameyê de parastina hevpar hat dupat kirin û biyar hat dayîn ku Ewropî di vê tifaqê de rolên mezintir bilîzin. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokrasî, deshilatdariya huquqê yan mafên mirovan nehatin rojevê. Ji Rêxistina Gelên di bin Xeterê de (GfbV) Dr. Kamal Sido vê civînê û bi taybetî jî rola Tirkiye’yê şîrove dike.
Von Celil Kaya
Serokê Amerîka’yê Donald Trump di wê civîna çapemeniyê de, ku beriya civîna NATO’yê ya li Enqere’yê wî û serokê Tirkiye’yê Erdoğan bi hev re li dar xistibûn peyivî. Trump di tevahiya civînê de pesnê Erdoğan da, wa ew çi serokekî mezin e, kesekî hêjayî rêz û hurmetê ye.
Civîna li Enqere’yê di sîbera tengezariya di navbera Trump û endamên Ewropî de pêk hat. Vê tengezariyê beriya şerê Îran’ê dest pê kiribû, dema ku Trump çav berdabû girava Grönland, ku di bin serweriya Danîmarka’yê de ye. Trum herweha gazin ji endamên din dikir, ku ji bo lêçûn û xercên yekitiyê para herî mezin Amerîka dide û divê welatên din jî bêhtir pere bidin NATO’yê. Trump herweha behsa vekişîna ji NATO’yê jî kiribû.
Vê yekê jî hiştibû di nav welatên Ewropî de tirs û fikar peyda bibin, ka Ewropa dikare bê Amerîka parastina xwe bike. Hinekan pêşniyar kir ku Ewropa ji xwe re rêxistineke parastinê ya wekî NATO damezirîne. Hinekan jî gotibû Tirkiye, ku piştî Amerîka’yê xwedî duyemîn mezintirîn artêş e, dikare şûna Amerîka dagire.
Di encamê de bi binxêz kirina madeya 5’emîn a peymana NATO’yê peywendiya Amerîka û NATO’yê hat pesend kirin.
Lê demsazî û cihê civîna NATO’yê hişt ku Tirkiye bibe stêrka civînê. Erdoğan bi Trump û serokdewletên din re poz da kamerayan, Tirkiye sanayiya xwe ya leşkerî bi pêşangehekê nîşanî dost û dijminên xwe da û çendîn peymanên hevkariya leşkerî îmze kirin.
Tengezariya S-400
Tirkiye di sala 2013’an de hîna di dema serokatiya Barack Obama de xwestibû ji muttefîkê xwe Amerîka’yê pergala parastina asmanî mûşekên Patriot bikirre. Lê Tirkiye’yê bi mûşek na lê herweha teknolojiya mûşekan jî dixwe lê belê Kongreya Amerîkî destûr nedabû.
Li ser vê yekê Tirkiyeyê serê pêşî bi Çîn’ê re paşê jî 2017’an de bi Rûsya’yê re peyman danî û mûşekê S-400 kirrîn.
Hêjayî gotinê ye Rûsya’yê 2014’an de Qirim îlhaq kiribû û piştgirî dida cûdahîxwazên li roojhilatê Ûkrayna’yê. Kongreya Amerîkî jî 2017’an de bi qanûnekê mueyyîde danîbûn ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur.
Di vê çarçoveyê de Amerîka mueyyîde danîn ser Tirkiye’yê û ew ji bernameya firokeyên F-35 derxistin. Tirkiye di 2021’an de ji bo nûjen kirina firokeyên F-16 serî li Amerîka dabû lê ew daxwaz jî hatibû red kirin.
Encax di 2024’an de Tirkiye’yê nûjenkirina F-16’an de wekî şerta endametiya Swed’ê ya li cem NATO’yê danî û Kongreya Amerîkî jî ev yek pesen kir. Li gor vê yekê Amerîka qane bû ku 40 F-16’an bifiroşe Tirkiye û 79 F-16’ên di destê Tirkiye’yê de nûjen bike.
Trump berî ku were Enqere’yê gotibû, ku ewê mizginiyekê bide Erdoğan. Herçend Trump rasterast negot ewê firokeyên cengî yên F-35’an bifroşin Tirkiye’yê lê belê got ewê firokeyên Amerîkî ku di destê Tirkiye’yê de ne nûjen bikin û bi hêjayî 700 milyon Dolaran motora F110 biforşin Tirkiye’yê, ku Tirkiye pê firokeyên xwe yên KAAN saz dike.